PeyamaKurd- Li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Senendajê girtiyê siyasî yê bi navê Saman Kerîmî ji aliyê rejîma Îranê de bi cezayê didardakirinê hat cezakirin. Malpera Hengawê ya mafên mirovan biryara dewleta Îranê bo çapemeniyê ragihand.
Li gor ragihandinê; sedema cezayê didarvekirinê dane Saman Kerîmî ew e ku endamê PDK-Î ye. Kerîmî li ser nûfûsa bajarê Banê ye û ji 2018 an ve di zîndanê de ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin