PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li navçeya Qilaban a Şernexê kesekî bi otomobêla marqeya torosê ya rengê spî ku li ser cama wê sembola JİTEMê û nivîsa "Tenê mirî dibînin" heye hatiye dîtin.
Weke tê zanîn di bîreweriya Kurdên bakurê Kurdistanê de torosa spî wek sembola 'kuştinên kujer nediyar' ku di salên 1990î de bi hezaran Kurd hatibûn revandin û kuştin.
Tê bawerkirin ku ew kuştinên wê demê ji aliyê rêxistineke nepen a JİTEMê ku bi dewleta kûr ve girêdayî ye hatine kirin.
Hate ragihandin ku ew kesê bi torosa spî li kolanên Qilabanê hatiye dîtin, çawîşê pispor ê bi navê H.T. ye û piştî nerazîbûna gelê Qilabanê hatiye desteserkirin û di derbarê wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Hate diyarkirin ku H.T. di çorçoveya lêpirsînê de ji karê xwe hatiye dûrxistin.
H.T.yê ku li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Xilabanê dixebitî, di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê walîtiyê ve hatibû destpêkirin de hate çavdêrîkirin.
Lêpirsîna ku di derbarê bûyerê de hate destpêkirin didome.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin