PeyamaKurd - Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê ragihand ku ew dê li dijî her hewleke li ser jinavbirina serweriya Iraqê rawestin û ragihand: “Em serweriya Iraqê diparêzin.”
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê Wayne Marotto ji televîzyona iraqî ya El Hurre re daye xuyakirin: “Me ji fermandarên Iraqê re gotiye ku em pabend in bi parastina dîplomatkar, navendên dîplomasiyê û binkeyên serbazî yên artêşa hevpeymanan.”
Wayne Marotto gotiye: “Dema êrîşî me were kirin, em ê berevaniya xwe bikin ji bo jiholêrakirina metirsiyan.”
Herwiha li ser siberoja hêzên hevpeymaniyê yên li Iraqê ne jî Marotto destnîşan kiriye: “Em li ser vexwendina hikûmetê li vê derê ne û çi wext ji me bixwazin ku em derkevin, em ê vekişin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin