Besîr Haddad: Divê Kurd bi yek dengî herin Bexdayê

Besîr Haddad: Divê Kurd bi yek dengî herin Bexdayê

PeyamaKurd – Cîgirê serokê parlementoya Iraqê Beşîr Hadda got ku divê Kurd di nav yekdengiyê û bi hevre herin Bexdayê. Haddad ragihand ku îtîrazên ji bo hilbijartinan hatine kirin, ji aliyê rêvebiriya hilbijartin û dadgeha federal de tê kontrolkirin û di nav çend rojên pêşiya me de wê encam bên ragihandin.

Haddad ragihand ku piştî temamê terefan razî bûn û encam hatin ragihandin, wê pêvajoya avakirina hukumetê û di serî de bi destnîşankirina serokwezîrê Şî’a destpêbike û paşî serokwezîr wê dest bi avakirina hukumetê bike. Haddad got ku piştî terefên Şî’a lihev bikin, wê diyar bibe bê Kurd û Sunnî di pêvajoyê de çawa cîh bigrin, muzakereya wê destpêbike. Haddad got ku partiyên Kurdistanê di nav xwe de dest bi muzakereyan kirine û weha dewam kir:

“PDK ji bo bi hevre, bi yekdengî partiyên Kurdistanî herin Bexdayê, di nav parlementoyê de nûnerên wan hebin an tinebin, wê tev bi hevre herin Bexdayê û PDK ji bo vê dest bi hevdîtinan kiriye.

Piştî Dadgeha Federal encamê tesdîq bike, wê serokkomar di nav 15 rojan de ji bo hukumetê ava bike wê wezîfe bide parlementoyê. Tewrê dijminane yên Erebên Sunnî-Şîa li hemberê Herêma Kurdistanê dewam dike û ji ber wê, divê Kurd bi yek dengî herin Bexdayê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin