Bi serperistiya Serokwezîr îro Encûmena Wezîran dicive

Bi serperistiya Serokwezîr îro Encûmena Wezîran dicive

PeyamaKurd – Bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 24ê Sibatê dicive û 5 pirsa babetan gotûbêj dikin.

Fermangeha Medya û Zanyariyan ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kir, wê civîna îro ji du beşan pêk bê. Di beşa yekem de, dawî pêşhatên projeyasaya budçeya federalî ya sala 2021an û pişka Herêmê tê gotûbêjkirin.

Di beşê duyem jî, ev pirsên li jêr tên gotûbêjkirin:

• Reşnivîsa sererastkirina yasayên (yekîtiya odeyên bazirganî û pîşesaziyê, wezareta bazirganî û pîşesazî û yasayên bazirganiyê).

• Reşnivîsa projeya hevkariya hevbeş di navbera sektora giştî û sektora taybet de li Herêma Kurdistanê

• Dengdan li ser projeya dayîna moleta xwendinê.

• Reşnivîsa projeya yasaya Wezareta Eliktirîkê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin