Li Urdinê nûnertiya pêwendiyên NATOyê tê vekirin

Li Urdinê nûnertiya pêwendiyên NATOyê tê vekirin

PeyamaKurd - NATOyê biryar da ku Nûnertiya Pêwendiyan li Urdinê veke û ev wek pêngaveke girîng a navbera NATO û Urdinê hate binavkirin.

Wezareta Derve ya Urdinê li ser mijarê ragihand, hevalbendan di lûtkeya NATOyê ya 2024an a li Washingtonê de hat lidarxistin de, plana xurtkirina metoda hevkariyê li herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê dane pêşiya xwe da ku li gorî geşedanên ewlehî, herêmî û cîhanê bimeşe.

Hatiye diyarkirin, NATOyê xwestiye di vê planê de, bi rêya vekirina Nûnertiya Pêwendiyan a NATOyê bi Urdinê ku nivîsgeha yekemîn a li herêmê ye, pabendbûna xwe ya xurtkirina hevkariyê bi dewletên cîran ên başûr re nîşan bide.

Hêjayî gotinê ye, NATOyê niyeta wê ya vekirina nûnertiya Urdinê, di daxuyaniya dawî ya lûtkeya NATO ya Tîrmeha 2023yan li Lîtvanyayê de anîbû rojevê.

Wezareta Derve ya Urdinê, vekirina nûnertiyê di hevkariya stratejîk a kûr a navbera Urdin û NATOyê de weke qonaxeke girîng nixand.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin