PeyamaKurd - Walîyê Wanê Mehmet Emin Bilmez ragihand ku li wê bajarê Wanê 390 haletên tûşbûna koronayê hene. Bilmez herwiha got ku li nexweşxaneyê 2 kes ji karantînayê reviyane.
Walîyê Wanê Mehmet Emin Bilmez di daxuyaniyekê de daneyên dawîn ên haletên tûşbûna bi vîrusa koronaya nifşê nû (Covid-19) aşkere kirin.Mehmet Emin Bilmez diyar kir ku li parêzgeha Wanê hejmara haletên tûşbûna koronayê zêde bûne û got:
“Dema ku me bihîst li Îranê haletên koronayê rû dan, me dest bi bergriyên xwe kir, lê li herêmên ji bajêr dûr hinek kes pabendî rênimayiyên rûbîrûbûna koronayê nebûn û ew bûn sedema zêdebûna haletên koronayê.”
Bilmez bi bîr xist ku li Gundê Siyavanê ya navçeya Rêya Armûşê ku di 5ê Gulanê de xistibûn bin çavdêriyê, têvî qedexeyê şîn hatibû danîn û got ku niha li wê taxê hejmara tûşbûyên koronayê gihîştiye 101 kesan û li wê taxê pişkinîn berdewam in û ji bo herkesî testa koronayê tê kirin.
120 kes di nexweşxaneyan de têne dermankirin
Li gor Walîtiya Wanê, niha di nexweşxaneyan de 120 nexweşên koronayê hene û rewşa 3 kes ji nexweşên koronayê yên li vî bajarî giran e û rewşa wan întensîf e.
Her wiha li Wanê heta niha 217 kes ji pêketiyên koronayê baş bûne û ji nexweşxaneyan derketin û çûne malên xwe.
Waliyê Wanê herwiha eşkere kir ku ti kes ji bo xwe ji kerentînê xilas bikin, li tîmên bijîşkî geriyane û gotine germahiya laşê wan zêde bûye da ku bo nexweşxaneya bajêr bên şandin.
Bi gotina Bilmez ew herdu kes piştî bo nexweşxaneyê têne veguhestin, li wê derê ji kerentînê direvin û piştre diyar dibe ku testa koronayê ya yek ji wan pozîtîv bûye. Bilmez daxwaz ji welatiyan kir ku pabendê rênimayên koronayê bibin ku ew bikarin rê li ber belavbûna wê vîrusê bigrin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin