PeyamaKurd – Rêxistina Terorîst DAIŞê ji bo berdana kesên ku hefteya borî li Mexmûrê revandibû, serê her kesekî 100 hezar dolar fîdye xwest.
Terorîstên DAIŞê hefteya borî li navçeya Mexmûrê 5 kes revandibûn û hat ragihandin ku terorîstên DAIŞê ji bo berdana her kesekî 100 hezar dolar pere xwestine û 48 saet jî dem daye malbatên wan kesan daku pere radestî wan bikin.
Li gorî zanyariyan ji kesên hatine revandin 3 kes ji qezayên Geyara û Şergatê ne û ereb in. Her du kesên din jî 2 kurdên ji Mexmûrê ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin