Ukraynayê, li sînorê Belarusê dest bi tetbîqata ser kir!

Ukraynayê, li sînorê Belarusê dest bi tetbîqata ser kir!

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, beriya tetbîqata firîna leşkerî ya hevpar a di navbera Rusya û Belarusê de Ukraynayê li ser sînorê Belarusê, dest bi tetbîqata şer kiriye.

Di agahiyên hatin parvekirin de hat eşkerekirin ku ji ber metirsiya êrîşeke nû ya li eniya bakur, Ukrayna ditirse ku Rus hêzên xwe li ser xaka hevalbenda Belarusî ava bikin û beriya ku êrîşî bakurê rojavayê welêt bikin û heta wekî sibata borî, ditirsin ber bi Kievê ve hatinek çêbibe.

Vekirina eniyeke nû li bakur, dibe sedem ku hin hêzên Ukraynayê yên li rojhilat û başûr li vir bi cih bibin û dibe sedem ku şer di berjewendiya Rusyayê de be.

Her wiha di tetbîqatên ku li sê herêmên cuda li bakurê rojavayê welêt hatin kirin de leşkeran li ser kemîn û tunekirina komên kifşê xebitîn, taybetmendiyek êrîşa yekem a Rusyayê ku di nîsanê de li Belarusê dest pê kir.

Her wiha pispor dibêjin ku êrîşeke Rusyayê ya ji Belarusê, dikare xetên dabînkirina çekan ji Ewropayê bixe xeterê. Lê belê tê texmînkirin ku leşkerên Rus ên şandine Belarusê, li gorî êrîşa yekem a nîsanê, gelek kêm in.

Hêzên Ukraynayê bawer dikin ku hejmar di derdora 15,000 e.

Belarus û Rusya ku dê di 16ê Çileyê de dîsa tetbîqata hevpar li dar bixin, di heman demê de ji bo avakirina hêzeke leşkerî ya hevpar a herêmî ya Belarus Rusyayê jî xebatên leşkerî dimeşînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin