YNKê roja lidarxistina kongreyê pesend kir

YNKê roja lidarxistina kongreyê pesend kir

PeyamaKurd – Di civîna Encûmena Serkirdayetiya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) ku doh hat lidarxistin de, 7ê Kanûna 2019an wekî roja lidarxistina kongreya YNKê hat destnîşankirin û pesend kirin.

YNK ku ji aliyê Celal Talebanî ve hatiye damezirandin, ev 10 sal in kongreya xwe li dar nexistibû. Ev çend sal in piştî wefata Talebanî nîqaş li ser lidarxistina kongreyê têne kirin.

Di civîna doh ya li Silêmaniyê de ku bi seroktiya endamên birêveberiya giştî yên YNKê Cîgirê Sekreterê Giştî Kosret Resul û Cîgirê duyem ê Sekreterê Giştî Berhem Salih hat lidarxistin de, mijarên pêşhatên dawî yên siyasî, pirsa Kerkûkê û diyarkirina roja kongreya YNKê hatin gotûbêjkirin.

Di encama civînê de, rêveberiya giştî 7ê Kanûna 2019an bo lidarxistina kongreya YNKê pesend kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin