PeyamaKurd – Bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, 114 milyon dînar alîkarî ji bo zarokên bi otîzmê yên li devera Raperînê hat dabînkirin.
Fermangeha Medya û Zanyariyê ya Herêma Kurdistanê do diyar kir, bi armanca berjewendiya giştî û slametiya zarokên bi otîzmê yên li devera Raperînê, bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî 114 milyon û 835 hezar dînar, hatiye dabînkirin.’’
Herwiha ew yek jî hatiye destnîşankirin, xerckirin û dabînkirina wî hejmarê pereyan, bi armanca nûjenkirina avahiya nexweşxaneya zarokên otîzmê ye li Hacyawe û dabînkirina kelûpel û pêdawîstiyên wê avahiyê werin dabînkirin û bibe navendeke otîzmê ya ser bi Wezareta Karûbarên Komelayetî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin