PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li Serokê Fraksiyona Dîdara Demokrat a li Parlemena Lubnanê Teymûr Canpolat û şanda pê re kir.
Malpera fermî ya Serok Barzanî ragihand, di hevdîtinê de pêwendiya dîrokî ya di navbera gelê Kurdistan ligel gelê Lubnanê bi giştî û malbata Canpolat bi taybetî bilind hate nirxandin û tekezî li ser pêşxistina peywendiyên her du aliyan hat kirin.
Herwiha rewşa siyasî ya Lubnan, Iraq û herêmê û pêwendiyên Hewlêr û Bexda û metirsiyên terorê jî di hevdîtinê de hatin axaftin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin