Artêsa Libya: 3 firokeyên bêmirov ên Tirkiyê hatin xistin

Artêsa Libya: 3 firokeyên bêmirov ên Tirkiyê hatin xistin

PeyamaKurd – Artêşa Netewî ya Libyayê ku General Xelîfe Hafter fermandariya giştî dike, ragihand ku wan li bajarê Misratayê 3 firokeyên bêmirov (drone) ên Tirkiyê dane erdê û baregeha wan a firînê jî hatiye hilweşandin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku yek ji firokeyên Tirkiyê li herêma Hûn, yek li baregeha Al-Jura û ya din jî li herêma Kufrayê hatiye xistin.

Li gorî nûçeya Al Arabiyayê hedefa yek ji firokeya bêmirov, li Al Jufrayê Artêşa Netewî ya Libyayê bû.

Artêşê ragihand ku yek ji firokeyên hatiye xistin, ji baregeha Misratayê rabûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin