Li Wanê 5 kes bi gumana Covid-19ê rakirin nexwesxaneyê

Li Wanê 5 kes bi gumana Covid-19ê rakirin nexwesxaneyê

PeyamaKurd -  3 kesên ji Îranê derbasî Wanê bûn, ji ber agirê laşê wan zêde bûn rakirin nexweşxaneyê. 

Li gorî nûçeya MAyê, 3 kesên ji Îranê derbasî Wanê bûn, ji ber agirê laşê wan zêde bûn rakirin nexweşxaneyê û niha li nexweşxaneyê di bin kontrola pizîşkiyê de ne.

5 kesên ji Deriyê Gumrukê yên Kapikoy a Navçeya Seravê derbasî Wanê bûn, bi gumana vîrûsa koronayê (Covid – 19), rakirin nexweşxaneyê.

Li Colemêrgê jî zarok û dayikek ji ber germa laşê wan zêde bûn rakirin nexweşxaneya Lêkolîn û perwerdehiyê ya Wanê. 5 kesên rakirin nexweşxaneyan, tên dermankirin.

Rayedaran diyar kirin ku hêj teşhîs nehatiye danîn û ew gumanbar li Nexweşxaneyên Wanê tên dermankirin. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin