PeyamaKurd – Çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê şeva borî li gundê Dekey Nûrî Mîkayîl li sînorê qezaya Xaneqînê şifêrekî ereb kuştin û birayên Kurd jî revandin.
Hat ragihandin ku îro termê herdu birayên ku DAIŞê ew revandibûn li nêzîkî cihê hatine revandin kuştî hatine dîtin û piştre bo pizîşkiya dadî hatine veguhestin.
Rêveberiya Polîsê Xaneqînê piştî bûyerê ragihandibû ku DAIŞê xaleke kontrolê ya sexte li navçeyê danîye û du otomobîl şewitandine û herdu birayên Kurd bi navên Luqman Dawûd û Saman Dawûd dema diçin vemirandina agir dikevin kemîna DAIŞê û hatine revandin.
Hat zanîn ku herdu bira ji eşîreta Zirgoş in û termê wan li nêzîkî cihê hatibûn revandin hatiye dîtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin