PeyamaKurd – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, îro bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civîna xwe ya heftane pêk tîne û di civînê de çend mijarên girîng gotûbêj dike.
Li gor Fermangeha Medya û Zanyariyan diyar kir, di civînê de 5 mijar tên gotûbêjkirin. Di mijara yekem de, Serokwezîr kurteyekê derbarê beşdariya şanda bilind Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî di Korbenda Mename 2021 de pêşkêş dike.
Herwiha pêşhatên siyasî yên piştî hilbijartinên Encûmena Nûneran a Federalî û peyama Herêma Kurdistanê ji hêzên siyasî re ku diyaloga hêmanene ji bo berjewendiya giştî ya welat û dûrî tundûtûjiyê de bikin.
Di mijara duyem de, babeta xwepêşandên xwendekarên zanîngeh û peymangehan a daxwaza wan a dermaleyê, dawî pêşhatên wan xwepêşandanan û erkê wezaret û aliyên pêwendîdar di wê derbarê de tên gotûbêjkirin.
Mijara sêyem, taybet bi hewlên hikûmeta Herêmê yên derbarê rewşa koçberên Herêma Kurdistanê li ser sînorên Belarûs û Polandayê û vegera wan ji bo Herêmê ye.
Di mijara çarem de, Serokê Desteya Parastin û Çakkirina Jîngehê Ebdulrehman Sedîq beşdar dibe û raporteke giştgîr derbarê jîngeha Herêma Kurdistanê de pêşkêş dike. Herwiha dengdan li ser peyrewa taybet a kontrolkirina made û keresteyên ku bandorê li ser çîna Ozonê dikin, tê kirin.
Di mijara pêncem de, raporteke Wezareta Karûbarên Civakî li ser mijara karên biyanî yên li Herêma Kurdistanê û derfetên cîbicîkirina karên navxweyî li şûna wan tê pêşkêşkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin