Encûmena Wezîran îro bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive

Encûmena Wezîran îro bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive

PeyamaKurd – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubat Talebanî divice.

Di civînê de li gor karnameyê wê ev babet bên gotûbêjkirin:

- Rêkarên Wezareta Tendirustiyê û wezaretên pêwendîdar ji bo rêgirtina li belavbûna pandemiya Kolerayê.

- Biryara civîna borî ya Encûmena Wezîran a derbarê pirsgirêka benzînê de.

- Serdêrên herî girîng ên çaksaziyên ku wezaretên Kabîneya Nehemîn encam dane.

- Reşnivîsa nû ya biryara taybet bi parastina wan deverên ku pêkhateyên cuda yên Herêma Kurdistanê lê bi cih bûne, li ber ronahiya madeya (3/çarem) ji yasaya (Parastina Mafên Pêkhateyan li Herêma Kurdistanê hejmar 5 a sala 2015)

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin