ENKS encamnameya kongra 4 em ragihand

ENKS encamnameya kongra 4 em ragihand

PeyamaKurd – ENKS (Eniya Niştîmanî Kurd li Sûriyê) ê xwestibû li bajarê Qamîşlo kongra xwe ya 4 em bike lê PYD ê nehiştibû ku kongra xwe bikin. Tevî PYD nehişt ENKS kongra xwe bike jî car din ENKS ê bi awayekî kongra xwe kiri û niha encamnameya kongra xwe radihandin. Di daxwuyaniya ENKS ê de weha hat gotin:

“Ciyê ku hatibû destnîşankirin, tevî ku PYD nehişt jî, me bi slogana ‘Sûriyekî yekgirtî, piralî û demokratîk’ li hinek deveran bi civînan, me kongra xwe kir. Kongre di 28 ê mijdarê de hat kirin û li ser bernama siyasî xebat tên kirin.”

Di encamnama kongrê de weha hat gotin:

“Em qedexekirina lidarxistina kongrê ya li ciyê ku hatibû destnîşankirin û nehiştin em kongra xwe bikin, şermezar dikin. Krîza ku dewam dike û berpirsê nehiştina çareseriya siyasî ya li Sûriyê û sedemê trajediyê li Sûriyê, hukumeta Sûriyê ye.

Ji krîzê welatên terefên babetê û civaka navdewletî berpirse û heman berpirs, berpirsên nehêlana bicîhkirina biryara 2254an e.

Di encamnamê de grûbên çekdar yên li Efrînê, li Girê Spî û Serê Kaniyê, ji ber kiryarên wan yên îhlala mafên mirovan û guhertina demografik hatin şermezarkirin. Îşxala Efrînê ya ji aliyê Tahrîr el Şamê de hat şermezarkirin û ji civata navdewletî hat xwestin ku Tahrir el Şam ji Efrînê bê derxistin û xelkê ku ji Efrînê koç kirine dagerin ser axa xwe.

Di daxwuyaniyê de PYD bi “rêvebiriya otoriter” an ku ya tundî hat sûcdarkirin û şermezarkirin.

Ji koalisyona navdewletî ya li dijî DEAŞ ê hat xwestin ku dawî li operasyonên Tirkiyê yên ser Herêma Kurdistanê û ser Rojava bînin

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin