Îran fuzeyên menzîla wan dirêj ceriband

Îran fuzeyên menzîla wan dirêj ceriband

PeyamaKurd – Artêşa Îranê do tetbîqata fuzeyan kir û li Okyanûsa Hindê fuzeyên bi 1800 kîlometreyî ceriband. Li gor ragihandina televizyona dewletê ya Îranê, Îranê tetbîqata bi navê “Pêxemberê Mezin 15” li Çola Kevir ê kir. Di tetbîqatê de fuzeyên menzîldirêj yên Siccil, İmad û Qadir ku balîstîkin hatin ceribandin.

Serokerkanê Îranê Mihemmed Baqirî ragihand ku fuze li hedefên xwe xistine û naxwazin êrîşê ti kesê bikin lê wê di wexteka kurt de bersiva hewlên dijminahiyê bidin.

Fermandarê giştî yê artêşê tumgeneral Huseyin Selamî jî got ku eger êrîşekî were ser welatê wan, dikarin fuzeyên balistik bikarbînin û weha dewam kir:

“Em dikarin bi van fuzeyên balîstîk yên 1800 km yî li hedefên Okyanûsê bixin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin