Cîgirê Serkomarê Îranê: Em nikarin dilopek neft jî bifirosin!

Cîgirê Serkomarê Îranê: Em nikarin dilopek neft jî bifirosin!

PeyamaKurd - Cîgirê Serkomarê rejîma Îranê û Berpirsê Saziya Bername û Bûdceya Îranê, Mihemedbaqir Nobext, berevanî daxuyaniyên serok û rêberên Îranê ragihand ku ji ber dorpêçên Amerîkayê ew nikarin dilopek neft jî bifiroşin û rastî gelek zehmetiyan tên.

Nobext gotiye, “Qonxa herî tund a dorpêçan, dorpêça Neftê di hember xwarinan de ye, lê niha destûrê nadin ku heya dilopek Nefta me bê firotin.”

Berpirsê îranî daye xuyakirin ku di rewşa niha de, heke neft bê firotin jî îmkana danûstandina darayî nîne û got, ew di demekê de ne ku pêka ragihandina berê ya Amerîkayê, derman û xwarin di dorpêçan de cih nagirin û rêgirî ji ti welatek bona hinaredekirina xwarin û dermanan bo Îranê nehatiye kirin.

Serkomarê Amerîkayê Dolad Tramp, piştî vekişîna ji bernameya nukleerî ya Îranê gotibû, ew dê xistina dorpêçên zêdetir bi ser Îranê de, hinardekirina nefta Îranê bigihînine ser sifirê.

Niha rejîma Îranê her roj, nêzî 200 hezar bermîl neft, bi awayê qaçax difroşe ku bi sedema dorpêçên bankeyan, nikarin pereyê wê feftê jî wergirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin