Li Efrînê komek çekdar 3 jinê Kurd revandin

Li Efrînê komek çekdar 3 jinê Kurd revandin

PeyamaKurd – Koma çekdar a bi navê Lîwa El-Waqas ya oposizyona Sûriyê, li gundê Hîkça yê ser bi Efrînê 3 jin revandin.

Li gorî zanyariyên Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê belav kirin, di 16 Tabaxê de, heman komê ji heman malbatê 3 birayên bi navê Mihemed Sebrî, Fewzî Sebrî û Hesen Sebrî, yên ji gundê navborî revandibûn, û piştî 3 rojan, di 19 Tebaxê de, koma navborî vê carê li heman gundî, hevjînên her 3 biran revandin.

Navên jinên ku hatine revandin wiha ne: Melek Sibhî Helebî, temenê wê 45 sal in û hevjîna Hesen Sebrî ye, Zahîde Şêx Xelîl Mistafa, temenê wê 47 sal in û hevjîna Fewzî Sabrî ye û Meqbûle Ebdo temenê wê 56 sal in, û hevjîna Mihemed Sebrî ye.

Li gorî zaniyariyên hatine belavkirin, dayika hersê birayan jî, Fatmê Îbrahîm, di Nîsana Îsal de ji aliyê çekdarên heman komê ve hatibû xenîqandin û kûştin.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê zêdetirî 2 salan e di bin kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên Sûrî yên girêdayî Tirkiyê de ye.

Ji dema ku Efrîn di destê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de ye, gelek binpêkarî di derheqê xelkê resen ên Efrînê de ku Kurd in tên kirin û ew binpêkirin heta niha berdewam in.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin