PeyamaKurd – Artêşa Etiyopyayê ragihand ku wan li bakûrê welat 9 rêvebirên Eniya Rizgariya Gel ya Tîgrayê (TPLF) desteser kiriye û 4 rêvebirên wê kuştine.
Tûxgeneral Tesfaye Aylew, bo televîzyona FANA yê ragihandiye ku wan wezîrê berê yê bazirganiyê yê Tîgrayê Gebremedhin Tewolde, wezîrê berê yê gihandinê yê Tigrayê Woldegiorgis Desta û balyozê Etiyopyayê yê berê yê li Sûdanê Abadi Zemo di nav de 9 kesan desteser kirine.
General Aylew gotiye ku wan 4 rêvebirên rêxistinê ji nav birine ku di nava wan de ji berdevkên TPLF ê Sekoture Getachew û serokê berê yê tv ya dewletê ya fermî Zeray Asgedom hene. Operasyon bi hevkariya artêşê, hêzên cîh yên asayîşê û bi hukumeta nû ya Tîgrayê re hatiye kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin