PeyamaKurd- ABC Newsê bi rêya nûçeyekê ragihand ku ji qada Hêzên Berevaniya Avustralyayê hatiye ragihandin ku li dijî agahiyên artêşê, êrîşa sîber hatiye kirin û rayedar li ser vê bi fikar in ku ev agahî hatibin dizîn.
Li gorî nûçeya ku hat ragihandin, Hêzên Berevaniya Avustralyayê ragihandiye ku êrîşa sîber li ForceNet hatiye hatiye kirin û heger heye ku agahiyên taybet ên wekî dîrokên rojbûn û girtina leşkeriyê hatibin dizîn.
Hat diyarkirin ku ji ber vê metirsiyê, li nav artêşê fikareke mezin peyda bûye û bi berdewamî hat ragihandin ku agahiyên 40 hezar kesan qeydkirî bûne.
Wezîrê Xebatkarên Gazî û Berevaniyê Matt Keogh li ser mijarê axivî û got,
“Ez wisa difikirim ku Avustralyayî û hikûmeta Avustralyayê, ji ber van çalakiyên sîber ên ku hewil tê dayîn bi rêyên nebaş xwe bigihînin agahiyên takekesî yên mirovan, gelek bi fikar in.”
Ji bilî êrîşa ku li agahiyên artêşê hatin kirin, beriya niha êrîşeke sîber li Medibankê ya ku yek ji peydakarên herî mezin ên sîgortaya tenduristiyê yên Avustralyayê ye jî hatibû kirin û hatibû ragihandin ku hackeran agahiyên 4 milyon kesan bi dest xistine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin