Fraksiyonên Kurdistanî li ser kabîneya Kazimî bi yekdengî biryara xwe didin

Fraksiyonên Kurdistanî li ser kabîneya Kazimî bi yekdengî biryara xwe didin

PeyamaKurd - Fraksyonên Kurdistanî yên li Parlementoya Iraqê berî civîna parlementoya Iraqê li ser kabîne ya nû ya hikûmetê dicivin.

Li gorî nûçeyên dawî, tê gotin ku parlementoya Iraqê sibe 6ê Gulanê ji bo dengdana kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê ya Mistefa Kazimî dicive.

Biryare partiyên Kurdistanê jî îro li Bexdayê bicivin û helwesta xwe ya di dengdana parlamentoya Iraqê de zelal bikin ku beriya niha jî Herêma Kurdistanê piştgirî dabû serokwezîrtiya Mistefa Kazimî.

Di civîna fraksiyonên Kurdistanî de serkomarê Iraqê Berhem Salih jî beşdariyê dike û mebest ew e hemû parlamentarên Kurd ên li Parlamentoya Iraqê di civîna dengdanê de yekdeng bin.

Li gorî zanyariyên dawî hemû fraksiyonên Kurdistanî di mijara pesendkirin yan jîredkirina kabîneya nû ya Iraqê de yekdeng in ku ji bo 3 wezaretên Kurd ên hikûmeta nû namzedên Kurd jî hatine diyarkirin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin