PeyamaKurd – Girtiyê Kurd ê nexweş Abdulrezak Şuyur, ji ber nexweşiyê di girtîgehê de can da.
Li gor zanyariyan, Abdulrezak Şuyur xelkê parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê ye û di sala 1993an li bajarê Mugla yê Tirkiyê bi hinceta “endamtiya rêxistina terorê” hatibû desteserkirin û cezayê heta heta yê girtîgehê lê hatibû birîn.
Herwiha zanyarî didin zanîn, Şuyur piştî girtîgehên Sêrt û Dîlokê herî dawî bo girtîgeha Şakran a Tîpa F ya Îzmîrê hatiye veguhastin û berî 3 mehan bi nexweşiya pençeşêra kezebê ketiye.
Cenazeyê Şuyur wê piştî karûbarên yasayî, li navçeya Dihê ya Sêrtê bê veşartin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin