PeyamaKurd - Li ser sînorê bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê, bi sedema ku sînor derbas kirine 2 kes ji aliyê leşkerên tirk ve hatin gulebaran kirin.
Li gorî ragihandina çavkaniyên gundê Qeremox ê Kobaniyê, leşkerên artêşa Tirkiyê ev 3 roj in guleyan li du kesên ku sînor derbas kirine û asê mane direşînin.
Hat diyarkirin ku derdora 50 leşkerên Tirkiyê û du panzêran geliyekî li pêşberî gund dorpêç kirine û gule û bombe li du kesên ku di nava gîha de xwe veşartibûn reşandin.
Derbarê aqûbeta wan herdu kesên nasnameya wan nayê zanîn û li ser sînor rastî gulebaranê hatine zanyariyên zelal nîn in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin