PeyamaKurd- Pirsgirêka Keşmîrê demeka dirêje ku dewam dike û paşî meclisa Hindistanê ya eyaletan biryara rakirina qanûna otonomiya Keşmîrê,di 5 ê tebaxê de da û bi hezaran leşkerên xwe sewqê herêmê kir û hemû mafên Keşmîriyan ji wan sitend. Piştî ve bûyerê dem bi dem di navbera xwepêşandêrên Keşmîrê û hezên asayîşa Hindistanê de şer û pevçûn dertên.
Li gor ragihandina ajansa Hindî ya bi navê Press Trust of India (PTI) yê li devera Batote di operasyonê de di nav hêzên asayîşê û berxwedêran de şer derket. Di şer de 3 berxwedêr û 1 leşkerê Hindî jiyana xwe ji dest dan. Hêzên asayîşê deverê xistiye nav çemberê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin