Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 1,562 kesên din bi koronayê ketin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 1,562 kesên din bi koronayê ketin

PeyamaKurd – Wezîrê Tenduristiya Tirkiyê Fahrettin Koca, hejmarên dawî yên pêketin û mirinan ên vîrusa koronayê eşkere kir.

Li gorî amarên 14ê Hezîranê, di nav 24 saetên borî de 1,562 kesên din li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi vîrusa koronayê ketine û 15 kesan jî can daye.

Piştî sistkirina tedbîran û rakirina qedexeyan ji 1ê Hezîranê ve hejmara tûşbûyan her diçe zêde dibe ku hejmara giştî gihîştiye 178 hezar û 239 kesan.

Bi taybet li bajarên Bakurê Kurdistanê yên wekî Diyarbekir, Batman, Wan û Rihayê jî hejmarên tûşbûyan gelekî bilind bûne ku nexweşxaneyên wan deveran bi zehmetî pêşwazîya nexweşên nû dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin