Messi bi girî ji Barcelonayê xatirê xwe xwest: Min dixwest bimînim!..

Messi bi girî ji Barcelonayê xatirê xwe xwest: Min dixwest bimînim!..

PeyamaKurd -  Futbolîzê jêhatî yê Argentînî Lionel Messi îro 8ê Tebaxê bi civîneke rojnamevanî biryara çûna xwe ya ji tîma Barcelonayê ragihand.

Messi di civînê de nekarî xwe bigire û hêstir barandin û got: "Min dixwaet bi Barcelona re bimînin, lê ev yek pêk nehat. Gelekî zehmet e piştî evqas salên min li vir derbas kirine, xatir bixwazim. Barcelona wê her tim wek mala min bimîne. Gelek bîranînên min ên baş û ên ne baş jî hene."

Messi got: "Îro roja xatirxwastinê ye, ez û kurên xwe em ê rojekê vegerin.. Heta niha gelek tîman pêwendî bi min re kirine, lê min hîn ti biryar nedaye ez ê bi kê re îmze bikim. Min her dem hewl da ku cemawerê Barcelona şad bikim. Riya min bi Barcelona re bi dawî bû, ev rewşa futbolê ye, tenê bîranîn dimînin. Hêvî dikim rojekê vegerim û bibim beşek ji tîma Barcelona."

Messi herwiha da zanîn ku Barcelona tîmeke mezin e û hemû hokarên serkeftinê li cem wê hene û da zanîn: "Min ji sedî 50 ji nirxê girêbesta xwe kêm kir û min her tişt kir ji bo ez bimînin, lê rewş wek tê xwestin nebû."

Rêveberiya Tîma Barcelonayê demek berê ragihandibû wan girebesta Messî bidawî aniye ku gelek salan serkeftinên mezin ligel Messî bi dest xistibûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin