Tirkiyê kampa Mexmûrê bombebaran kir

Tirkiyê kampa Mexmûrê bombebaran kir

PeyamaKurd – Balafirên şer ên Tirkiyê, kampa Mexmûrê bombebaran kir.

Li gor zanyariyan, balafirên şer ên Tirkiyê kampa Mexmûrê bombebaran kir. Herwiha eşkere kir ku di encama bombebaranê de ziyan negihiştiye canê ti kesî.

Do jî balafireke Tirkiyê li navçeya Şingalê binkeyeke PKKê bombebaran kiribû.

Hêjayî gotinê ye ku zêdetirî salek e şer û pevçûnên navbera artêşa Tirkiyê û PKKê li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê berdewam in û ji ber hebûna PKKê li deverên Şingal, Qendîl û Mexmûrê, heta niha çendîn car ew dever ji aliyê balafirên Tirkiyê ve hatine bombebarankirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin