PeyamaKurd – Li welatê Ekwadorê li bajarê Guayaquilê di zîndana Litoralê de di navbera çeteyan de şer û oevçûn derket û di encamê de jimara kuştiyan gihaye 30 kesî. Ekwador welatê Amerîka ya Başûre û di zîndanê de, di navbera çeteyên Los Lobos û Los Choneros de şer derketiye. Jimara birîndaran jî derketiye 52 kesî.
Serokê Xizmeta Zîndanê yê Netewî Bolivar Garzon weha ragihand:
“Niha bi koordinasyona dozger û polîsan 10 cesed hene ku radikin.”
Bombeyên destî, sîlih û kêr di şerde hatine bikaranîn û piştî 5 sietan asayîşa zîndanê karibû kontrola zîndanê bixe destê xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin