NY daxwaz ji Hikûmeta Iraqê kir jinên revandiyên rizgarbûyî yên Êzîdî qerebû bike

NY daxwaz ji Hikûmeta Iraqê kir jinên revandiyên rizgarbûyî yên Êzîdî qerebû bike

PeyamaKurd – Şêwirmendê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) ji bo jinên revandiyên rizgarbûyî yên Êzîdî qerebû bike, daxwaz ji Hikûmeta Iraqê kir.

Şêwirmenda Sekreterê Giştî yê NYê Pramila Patten, li ser tundiya seksî di şer û aloziyan de diyar kir: Pêwîst e Hikûmeta Iraqê yasaya taybet ji bo rizgarbûyan cîhbicîh bike ku di meha Adara sala 2021ê de li Parlamentoya Iraqê jî hatibû pejirandin.

Pramila Patten got: Pêwîste yasaya qerebû kirina qurbanên dest çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê bê bicîhanîn û her qurbanek û rizgarbûyekî destê wê rêxistina terorîst divê bê qerebû kirin, bi taybet ew rizgarbûyên nah ali welatên din jî jiyan dikin, divê bên qerebû kirin û yasa wan jî bigre navxwe.

Herwaha daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir, pareyê pêwîst ji bo bicîhanîna yasayê divê bê diyar kirin û ew yasa bibe beşekî giring ji dubare avadaniya Iraqê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin