Rojava | Rewsa dawî ya Covid-19 hat eskere kirin

Rojava | Rewsa dawî ya Covid-19 hat eskere kirin

PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê rewşa dawî ya vîrusa koronayê eşkere kir.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand ku di nav 24 saetên borî de li herêmên wan 13 kes ji ber koronayê mirine 147 pêketiyên nû hatine tomarkirin.

Herwiha hat eşkere kirin ku 14 nexweşên koronayê jî baş bûne.

Tevî van hejmarên dawî li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 30300 kesan, ji wan 2250 kes baş bûne û 1026 kesan jî can dane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin