PeyamaKurd - Banka Navendî ya Tirkiyê îro biryara xwe ya bo rêjeya faîzê eşkere kir û piştî wê dolar careke din rekor şikand û li hember lîreyê tirk gihîşt nêzî deh lîreyan.
Banka Navendî ya Tirkiyê faîza heyî ya 18%î daxist 16%î ku derdorên fînansê li bendê bûn faîz neyê kêmkirin, lê dibe li cihê xwe bimîne.
Piştî ragihandina biryara Banka Navendî ya Tirkiyê dolar li hember lîreyê Tirk gihîşt heta 9,48 lîreyî û 1 Euro jî bû 11 lîreyê Tirk.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan beriya niha jî daxwaza kêmkirina faîzê kiribû û wekî sedema zêdebûna enflasyon û bihayî nîşan dabû, lê pisporên aborî rexneyê li vê nêrînê digirin û red dikin ku sedem kêmkirina faîzê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin