Pasdarên Îranê kolberekî din ê Kurd birîndar kirin

Pasdarên Îranê kolberekî din ê Kurd birîndar kirin

PeyamaKurd – Pasdarên Îranê li devera Newsûd ya parêzgeha Kirmaşan ya Rojhilatê Kurdistanê, kolberekî Kurd dan ber guleyan û ew birîndar kirin.

Malpera mafên mirov ya Hengaw diyar kiriye, do li zozanên sînorî yên nahiya Newsûd ya bajarokê Pawe li parêzgeha Kirmaşanê, pasdarên Îranê kolberekî Kurd bi navê Selahedîn Elî Weysî dan ber guleyan û di encama wê gulebaranê de, kolberê Kurd birîndar kirin.

Selahedîn Elî Weysî xelkê bajarokê Selas Bawecanî yê Kirmaşanê ye û niha li nexweşxaneya bajarokê Pawe hatiye razandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin