PeyamaKurd – Li Îranê li eyaleta Sîstan-Belûcistanê di navbera grûbekî çekdar û hêzên asayîşa Îranê de şer derket û di encamê de 3 wezîfedarên asayîşê û 5 mîlîtan hatin kuştin.
Televîzyona dewleta Îranê çavkaniya xwe bir ser baregeha hêzên Qudsê û ragihand ku di navbera grûba çekdar û asayîşa Îranê de şer derketiye. Hat ragihandin ku dewletê êrîş biriye ser baregehên grûba çekdar û temamê baregehan îmha kirine.
Hat ragihandin ku grûb ya bi navê “Ceyş ul Edle” û mafê xelkê Belûcî ku Sinnî ne diparêze. Li eyaletê gelek cara di navbera her dû aliyan de şer û pevçûn çêdibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin