PeyamaKurd – Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, di derbarê êrîşa li serKobanî de daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de banga rawestandina êrîşan li Koalisyona Navneteweyî û Rûsyayê kir û diyar kir: “Ev êrîş berdewama şerê qirkirina gelê Kurd e.”
Rêveberiya Xweser destnîşan kir: “Ev êrîş hem peyameke eşkere ya dewama şerê Tirkiyê yê qirkirina Kurdan e û hem jî dijberiyeke eşkere ji Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê re ye.”
Rêveberiyê eşkere kir: “Divê Koalisyona Navneteweyî û Rûsya li hember van êrîşan helwesteke zelal nîşan bidin û heger nîşan nedin, wê demê ew dibin hevkarên dewleta Tirk.”
Herî dawî, Rêveberiya Xweser sersaxî ji malbata şehîdan û silametî ji birîndaran re xwest.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin