Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê îro dicive

Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê îro dicive

PeyamaKurd Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê, bi serokatiya Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokê Hikûmetê Qubad Talabanî de dicive.

Di civînê de mijarên bên gotûbêjkirin wiha ne:

- Pêngavên dawî yên hemahengi û hevkariyên navbera Hikûmeta Iraqê ya Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di pêkanîna hêza hevbeş û dabînkirina pêdiviyên Pêşmerge.

- Amedekariyên wezaretên pêwendîdar ên derbarê biryarên civînên Lijneya Bilind a tekoşîna hember vîrusa Korona û tomarkirina 5 haletên Omicronê li Herêma Kurdistanê.

- Encamên kare tîma hevbeş ên Dîwana Çavdêriya Darayî ya Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

- Gotûbêjkirina li ser çend mijarê din ên taybet navxweyî Herêma Kurdistanê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin