Hêzên rejîma Esed û milîsên çekdar dîlên xwe pevguhertin

Hêzên rejîma Esed û milîsên çekdar dîlên xwe pevguhertin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Idbilê hêzên girêdayî rejîma Esed û milîsên çekdarên opozîsyonê dîlên xwe bi hev guhertin.

Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmê, hêzên girêdayî rejîma Esed û milîsên çekdar piştî hevdîtin û danûstandinên 3 rojan li ser pevguhertina dîlan li hev kirin.

Hat diyarkirin ku di çarçoveya lihevkirinê de li beramberê termê serbazekî koma Ceyş el İzze û termê efserekî Îranî û 5 leşkerên sûrî, hêzên rejîmê jî 3 milîsên komên çekdar radest dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin