Lûtkeya Rêberên Amerîka û Efrîkayê dest pê kir

Lûtkeya Rêberên Amerîka û Efrîkayê dest pê kir

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ji çapemeniya Amerîkayê hatin ragihandin, Lûtkeya Rêberên Amerîka û Efrîkayê ya ku dê 3 rojan dewam bike dest pê kiriye û ji bo ku vegera mirovan a heyvê were hêsankirin, Amerîkayê ligel 2 welatên Efrîkayê yên Nijerya û Ruadayê peyman destnîşan kiriye.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, rêveberiya Biden a ku hewil dide têkiliyên xwe yên bi parzemîna Efrîkayê re ku Çîn, Rusya, Japonya û Tirkiye di van 20 salên dawî de têkiliyên xwe yên siyasî, leşkerî û bazirganî kûrtir kirine vejîne, Lûtkeya Serkirdeyên Amerîka û Efrîkayê hat lidarxistin.

Hat diyarkirin ku roja yekemîn a Lûtkeya Serokên Amerîka û Efrîkayê ya ji 3 rojan pêk tê, îro li Washingtonê bi beşdarbûna 50 serkirdeyên Efrîkayê ya li ser vexwendina Serokê Amerîkayê Joe Biden hatibû lidarxistin, bi dawî bûye û hat zanîn ku lûtke ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken û Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin ve hatiye rêvebirin.

Li gorî ragihandinê, Blinken li ser ciwanên dîasporayê yên Efrîkayê û civaka sivîl bû, beşdarî civîna bilind a hevkariya fezayê ya di navbera Amerîka û Efrîkayê de bû.

Rayedarê Amerîkî diyar kir ku yek ji mijarên sereke yên civînê, şandina Patriotan a ji bo Ukraynayê bûye di civîna çapemeniyê ya rojane de Berdevkê Pentagonê Sererkan Patrick Ryder jî diyar kir ku ew bi Ukraynayê re li ser hewcedariyên berevaniyê danûstandinên tund didomînin, lê red kir ku hûrguliyên plana kirîna Patriotan piştrast bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin