Ukraynayê, alîkariyeke mezin a genim da wî welatî

Ukraynayê, alîkariyeke mezin a genim da wî welatî

PeyamaKurd- Ji aliyê Serokatiya Ofîsa Serokomariya Ukraynayê ve bi rêya daxuyaniyekê hat ragihandin ku Ukraynayê rêjeyeke zêde alîkariya genim ji bo Somaliyê şandiye ku ev demeke dirêj e bi di nav qeyrana erzaqê de ye.

Serokê Ofîsa Serokomariya Ukraynayê Andriy Yermak, bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku ew li dijî pirsgirêka xwarinê, piştgiriyê didin Somaliyê.

Yermak destnîşan kir ku 25 hezar ton genimê ku di çarçoveya bernameya çandiniyê de şandin Somaliyê, gihîştiye Bendera Berberayê û wiha got: 

"Ev alîkarîya Ukraynayê ya ji bo gelê Efrîkayê ye ku li ber birçîbûnê ye."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku piştgiriya lojîstîk a genimê ku bi hevkariya Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) tê şandin, ji aliyê Finlandiya, Japonya û Fransayê ve tê dayîn.

Her wiha hat zanîn ku Ukraynayê di meha Îlonê de 50 hezar ton piştgiriya genimî daye Somalî û Etiyopyayê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin