Japonyayê bang li UNSCê kir!

Japonyayê bang li UNSCê kir!

PeyamaKurd Wezîrê Karên Derve yê Japonyayê Hayashi Yoşîmasa diyar kir, divê hejmara kursiyên endamên daîmî û demkî yên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bên zêdekirin da ku rastiyên dinyayê baştir nîşan bidin.

Hayaşî li ser krîza Rûsya û Ukraynayê eşkere kir, li gorî biryara Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî ya 2022an a Adara 2022an divê Rûsya bi temamî ji Ukraynayê vekişe.

Hayaşî destnîşan kir, parastina aştî û ewlehiya navneteweyî "bêyî rêzgirtina hiqûqa navneteweyî pêk nayê" û got, "Em careke din li dora dewleta hiqûqê bibin yek. Divê ji bo me gotina sereke 'dewleta hiqûqê' be."

Hayaşî destnîşan kir, xebatên NYê yên wekî "keleha piralî û serdestiya hiqûqê" başkirin pir girîng e û got, reforma lijneyê "karekî lezgîn e".

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin