PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku ew ê di 18ê Rêbendanê de bi hevtayê xwe yê Amerîkî Antony Blinken re bicivin.
Mevlut Çavuşoglu, di balafira ku ji serdana xwe ya Brezîlyayê vedigeriya de ji bo rojnamevanan axivî û diyar kir ku dê li Amerîkayê, gelek têkiliyên wî hebin û ew ê beşdarî merasîma vekirina Serkonsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Houstonê bibe.
Li ser hevdîtina Çavuşoglu û Blinken ya ku dê 2 roj bi şûn ve bê kirin, tê payîn ku li ser mijarên ku Amerîka piştgiriya YPGê dike, asayîkirina peywendiyên Tirkiye û Suriyeyê û kirîna balafirên şerên ên F-16an guftûgo were kirin.
Ji aliyê din ve hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan jî dê sibê serdana Tirkiyeyê bike. Hat diyarkirin ku Çavuşoglu dê bi hemtayê xwe yê Îranî re jî li ser mijarên herêmî û navneteweyî biaxive.
Li ser vê civînê jî tê payîn ku li ser hegera hevdîtina wezîrên karên derve yên Tirkiye, Îran û Suriyeyê dan û stendin werin kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin