PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Turkiyê Mevlut Çavuşoğlu bi wezîrê hemkarê xwe yê Îranê Huseyin Emir Abdullahiyan re civîna çapemeniyê lidarxist û di wexta ku behsa Rojava kir weha got:
“Divê terorîst ji van deveran bên paqijkirin. Rûsya soz da, Amerîka soz da lê her dû jî li ser soza xwe neman.”
Çavuşoğlu li ser mijara têkiliyên duqolî yên bi Îranê re rawestiya û got:
“Em ê bi hevre bixebitin da li her dû welatan veberhênanan bikin. Li Îranê li dora 200 şîrketên me hene. Ji bo astengiyên wan çareser bibin têkiliyên me hene. Em li ser wan jî axifîn. Em axifîn bê em ê çawa hilberîna Îranê zêde bikin. Ji aliyê tûrîzmê de di hêjmarê de em hatin asta berê ya pandemiyê hetta em jê derbas bûn. Rêyên her dû welatan yên hewayî di hefteyekî de 2-3 sefer dikin.”
Çavuşoğlu di mijara PKK ê de li Rojava weha got:
“Hebûna PKK ê li herêma Tel Rifat-Munbiçê û rojhilatê Firatê zêde dibe. Em wan dikin hedefa xwe. Li sîvîlên wê derê zilm têkirin. Li Iraqê heman tiştan dikin. Divê terorîst ji Sûriyê bên paqijkirin. Amerîka û Rûsya sozên ku dan bicîh neanîn.Êrîşên ser welatê me dewam dikin. Divê em li hemberê terorê bi hevre têbikoşin.
Yek ji rojeva me ya civînê têkoşîna bi terorê re bû. Ji bo tehdîda terorê ji ortê rabe, em tedbîran dibînin. Mixabin li aliyê Îranê jî hebûna PKK ê heye. Divê em birayên Kurd û PKK ê ji hev veqetînin û bi terorê re têbikoşin.
Dorpêçên ser Îranê rast nînin. Me behsa Iraqê û Ûkraynayê kir. Em di fikra perwerdê ya li Afxanistanê û mesela Fîlîstînê de yekin. Ji bo me gelek girînge ku mirov bi welatê bira yê cîran re hemfikir be.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin