PeyamaKurd – Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Geir Pedersen jî diyar kir ku şerê li Sûriyeyê pêwîstî bi çareseriyeke siyasî ya berfireh heye, lê belê ev çareserî ne nêzîk e.
Herwiha li ser navê Pedersen ji ser hesabê medyaya civakî ya Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn.
Pedersen di daxuyaniyê de destnîşan kir, gelê Sûriyeyê di sala 2023yan de di nava alozî û krîzeke mezin de ye û got, "Ev pevçûn pêdivî bi çareseriyeke siyasî ya berfireh heye, tiştekî din wê bi ser nekeve. Mixabin çareserî nêzîk nabe."
Pedersen diyar kir, ji bo cîbicîkirina biryarên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî balê dikişînin ser çalakiyên berbiçav û got, armanca wan a li Sûriyeyê "rawestandina zêdekirina aloziyan" û "vegerandina aramiyê" ye.
Wekî din Pedersen got, "Agirbestek li seranserê welêt ji bo çareserkirina pevçûnê girîng e."
"Divê gavên pêbaweriyê jî gav bi gav bên avêtin"
Pedersen da zanîn, ew dixwazin Komîteya Destûrî ya Sûriyeyê li Cenevreyê bidome û pêşketinên berbiçavtir bibînin, Pedersen destnîşan kir, di vê mijarê de rewşek nû ya bê raporkirin tune ye.
Pedersen ev daxuyanî da:
"Di serî de pêwîst e gav bi gav tedbîrên pêbaweriyê bên avêtin. Ez kûrkirina diyaloga bi hemû aliyan re li ser vê mijarê teqdîr dikim. Ez tekez dikim ku girîng e di tevahiya meha Sibatê de beşdarbûn zêdetir were kûrkirin."
Şanderê taybet herwiha tekezî li ser pêwîstiya hewleke hevbeş bo yekrêziya li pişt proseya bi serkêşiya Sûriyê ku ji aliyê NY ve tê hêsankirin, kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin