PeyamaKurd – Parlamenterê Îranê Muktadaî amaje bi êrîşa şeva borî ya bi balafirên bê balafirvan li ser navenda Wezareta Berevaniya Îranê li bajarê Îsfehanê kir û ragihand, heta niha di daxuyaniyên wî de tu şopa Îsraîlê nehatiye dîtin.
Alîkarê Serokê Komîteya Polîtîkayên Derve û Ewlehiya Neteweyî ya Meclisa Îranê ya derbarê êrîşa Îsfehanê de Abbas Muktadaî îdiaya medyaya rojava bi taybetî WSJ ya ku dibêjin êrîşa Îsfehanê ji aliyê Îsraîlê ve hatiye organîzekirin derewand.
Parlamenterê Îranê ji medyaya Rûsyayê re axivî û wiha got:
“Eger bi rastî jî operasyoneke Îsraîlê hebûya, wê demê Îsraîl wê bi serbilindî û bi dengekî bilind delîlên 'mîsyona serketî' pêşkêşî raya giştî bike. Tiştekî wiha tune. Tenê daxuyaniyên vala hene ku tu delîl nayên pêşkêşkirin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin