Türkiye, Azerbaycan û Gurcistan li Sarikamîsê civiyan

Türkiye, Azerbaycan û Gurcistan li Sarikamîsê civiyan

PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê Hulusi Akar, wezîrê Azerbeycanê yê bergiriyê Orgeneral Zakir Hasanov û wezîrê Gurcistanê yê bergiriyê Juansher Burchuladze li navça Sarıkamîş a bi ser bajarê Qersê civiyan. Bi Hulusi Akar re serokerkanê Tirkiyê û her sê fermandarên hêzên cuda yên hewa, bejayî û deryayê yên Tirkiyê hebûn.

Wezîrê bergiriyê yê Azerbeycanê Bakanı Hasanov li balafirgeha Qersê ji aliyê wezîr Akar re hat pêşwazîkirin. Tevî li bajarê Qersê tetbîqata zivistanê heye jî, her sê wezîr bi heyetên xwe ve li ser mijarên perwerdê, hevkariyê û hem pêşdeçûnên li herêmê axifîn.

Wê her sê wezîr bi heyetên xwe ve tetbîqata zivistanê ya 2023an bişopînin. Civîna her sê wezîran ya berê li bajarê Kayseriyê di 21 ê berfanbara 2022an de çêbûbû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin