PeyamaKurd – Hat ragihandin ku NATO amadekariyê dike, ji bo bicihkirina mexdûrên erdhejê yên 10 bajaran baregehên seyar ên di rahênanên leşkerî de têne bikaranîn ji bo vehewandinê bişîne.
Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg, li ser şandina baregehên leşkerî bo herêmên erdhejê diyar kir ku ew vê biryara hevpeymanan bi kêfxweşî pêşwazî dikin û dê bi şandina baregehan jiyana erdhejzedeyan bê rizgarkirin ku ligel hevpeymanan çi ji destê wan bê ew dê ji bo dabînkirina hewcedariyan pêk bînin.
Di baregehên NATO yên ku di operasyonan de têne bikaranîn de, ji bilî cihê hewandinê, germikirin û jenerastoran, herwiha xizmetên tibî yên dermankirin û tenduristiyê jî tê dayîn.
Biryar e baregeha seyar a NATO ku ji bo operasyonan li bajarê Toronto yê Îtalyayê ye, bo herêmên erdhejê bê veguhestin.
Piştî hatina wan kompleksan jî wê bi rêveberiya Fermandarê Bilind ê NATO (SACEUR) Orgeneral Christopher Cavoli, xebatên vehewandinê û çadirên li dora baregehê bo mercên zivistanê bên danîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin