PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro di çarçoveya rêkeftina Rûsya-Tirkiyê de, hêzên Rûsî û Tirkî 14emîn gerên xwe yên çavdêriya hevbeş li Rojavayê Kurdistanê pêk anîn.
Hat zanîn ku îro hêzên polîsên leşkerî yên Rûsyayê û hêzên Tirkiyê gereke çavderiyê ya hevbeş li gundên Dêrbêsiyê pêk anîn ku di wê gera çavdêriyê de helîkopterên rûsî ji aliyê esmanî ve çavdêrîya wê dewriyeyê kirin.
Hêzên Rûsya û Tirkiyê di çarçoveya rêkeftina Soçî ya 22yê Cotmehê de, gerên hevbeş pêk tînin ku beriya niha leşkerên Tirkiyê rastî protestoyên xelkê Rojavayê Kurdistanê hatibûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin