PeyamaKurd – Polîsê leşkerî yê Rûsyayê û hêzên artêşa Tirkiyê, dewriyeya 37emîn a çavdêriyê li navçeya Dirbêsiyê ya Rojavayê Kurdistanê gerandin.
Hat zanîn ku dewriye ji deriyê Şêrik ê sînorî (13 km li rojavayê Dirbêsiyê) bi rê ketiye û bi beşdariya 4 wesayîtên ji herdu aliyan û 2 helîkopterên Rûsyayê hatiye encamdan.
Piştî dewriyeyê hêzên herdu aliyan vegeriyan xalên xwe yên destpêkê û hêzên rûsî vegeriyan baregeha xwe ya Qamişloyê ya tirk jî vegeriya ser sînorê bakurê Kurdistanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin